Îranê li dijî dorpêçên Amerîkayê dest bi bazirganiya bi pereyên krîpto kir
PeyamaKurd – Bi zêdebûna bikaranîna pereyên krîpto yên dijîtal re, Îran jî ji bo şikandina dorpêçên aborî kete tevgerê û yekem car hat ragihandin ku wan bi pereyên krîpto siparîş standine.
Serokê beşa Geşepêdanê di Wezareta Pîşesazî, Maden û Bazirganî ya Îranê de, Alîreza Peymanpak, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û ragihand, wan dest bi bazirganiya bi pereyên krîpto yên wekî Bitcoin kiriye.
Peymanpak gotiye, “Vê hefteyê me bi bikaranîna pereyê krîpto, bi nirxê 10 milyon dolaran sîparîş stand û ew sîparîş bi fermî hat temamkirin."
Herwiha Peymanpak diyar kiriye ku wê heta dawiya meha Îlonê jî bi giştî di bazirganiya derve de, peymanên zîrek û pereyên krîpto werin bikaranîn.
Îran bi vê pêngavê re dixwaze dorpêçên aborî bi taybet jî yên bankeyên navdewletî ku Amerîkayê sepandine, beralî bike û bi vê rêya pereyên krîpto bazirganiyê bike.
Li aliyê din Îran yek ji wan welatan e ku herî zêde karê derxistina pereyên krîpto (madencîtî) lê tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin