25 eyaletên Amerîkayê li dijî biryara dadgeha Destûrê ya Amerîkayê ketin nav tevgerê
PeyamaKurd – Ji bo rê li ber koçberan bigirin da ji Meksîkayê derbasî Amerîkayê nebin, di wexta Trump de ku serokê Amerîkayê bû dest bi avakirina dîwar û têlên birekî yên ser dîwar kiribûn. Niha li ser sînorê navbera her dû dewletan gelek cîh bi têlan hatiye parastin da koçber derbasî Amerîkayê nebin.
Li ser mijarê Dadgeha Destûra Amerîkayê biryarê da ku wezîfedarên ser sînor dikarin wan têlên weke cilêt bibirin. Biryara dadgehê Amerîkayê tevlihev kir.
Parêzgerê eyaleta Teksasê Greg Abbott ragihand ku wê dewam bikin û têlan deynin ser dîwar û got ku eyalet di bin îşxalê de ye. Abbott ji ber li hemberê biryarê derket, 25 eyalet belavokekî belav kirin û destekê dan Parêzger Abbott.
Abbott ragihand ku Teksas di bin îşxalê de ye, di rewşekî weha de mafê eyaletê heye ku ji bo xwe biparêze ‘otorîta xwe ya destûrê’ bikarbîne. Dema Teksas îlan kir ku di bin îşxalê de ye, rêvebiriya Amerîkayê mijarê weka serhildanê şirove kir û tê texmînkirin ku rêvebiriya navendî wê mudaxeleyê Teksasê bike.
Parêzgerê Teksasê Abbott, li gor qanûnên eyaletê; Beşa Ewlehiya Giştî û hêzên asayîşê yen din, xist nav tevgerê da sînorê eyaletê biparêzin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin