Iraq li dijî biryara Amerîkayê ya Falih Feyaz derket
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Iraqê, li ser xistina nav lîsteya reş a cezakirinê ya Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz ji aliyê Amerîkayê ve daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê, biryara Amerîka ya cezakirina serokê desteya Heşdî Şeibî Falih Feyaz ji nişka ve pêk hatiye û Iraq li dijî wê biryarê ye û qebûl nake.
Herwiha hat gotin, hikûmeta Iraqê li gel îdareya niha û ya nû ya Amerîkayê dike ji bo çareserkirina pirsgirêka cezakirina berpirsên Iraqê kar dike.
Wezareta Xezîneya Amerîkayê, 8ê Çileyê 2021ê bi sedema ku destê wî di binpêkirinên mafên mirovan û kuştina xwepêşanderên sala 2029an de heye, Falih Feyaz xistibû lîsteya reş a cezakirinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin