Li Ankawayê xirîstiyanan li dijî biryara Serokomarê Iraqê xwepêsandan li dar xist
PeyamaKurd - Xirîstiyanên li qezaya Ankawa ya Hewlêrê li dijî biryara Serokomariya Iraqê ya ku li dijî Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luîs Sako hatiye derxistin, bi xwepêşandanekê nerazîbûn nîşan dan.
Serokê Hevbendiya Keldanî ya Cîhanî Goran Ebdulcebar di daxuyaniyeke çapemeniyê de got:: Tiştê ku Serokomarê Iraqê kiriye bêrêzî ye li hember Xirîstiyanan ku destekî têkderane li pişt vê mijarê ye.”
Goran Ebdulcebar diyar kir: “Em ji vê biryarê nerazî ne ji ber ku ev yek sivikatî û binpêkirina yek ji mezintirîn dêrên Iraq û Rojhilata Navîn e. Ev karesateke mezin e û dê bandoreke neyînî li ser civaka Xirîstiyan bike… Îro em wek Xiristiyanên ku li vir kom bûne, gelek xemgîn in ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku em li Iraqê bûne hedef.”
Hêjayî gotinê ye, Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd 3yê Tîrmeha 2023an bi derkirina biryarekê qanuna tayînkirina Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako hilweşand. Hatiye diyarkirin ku hilweşandina Biryara Komarê ya hejmara 147an ji bo sererastkirina rewşeke destûrî bûye û ti sazî û dezgehên olî weke saziyên dewletê nayê dîtin. Kesên olî ne karmendên dewletê ne ku bi biryarnameyekê werin tayînkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin