YNK li dijî biryara dadgeha federal derket

16 February 2022 22:44 0 dîtin
YNK li dijî biryara dadgeha federal derket

PeyamaKurd – Dadgeha Federal ya Iraqê li ser xaz û petrola Herêma Kurdistanê biryarekî dabû ku îxraca xaz û petrolê ji aliyê hukumeta Herêma Kurdistanê li dijî destûra Iraqê ye û divê dahata wan teslîmê Bexdayê bibe.

Li ser biryara dadgehê, YNK bertekê nîşanî biryarê da û bang kir ku dadgeh rêz li mafên qanûnî yê Herêma Kurdistanê bigre. Daxwuyanî li ser navê berdevkê YNK ê Emîn Baba Şêx hat dayîn. Daxwuyanî wehaye:

“Di vê rewşê de, heya pirsgirêkên navbera hukumeta Kurdistanê û Bexdayê tevlihev dikin, divê wan ji hev veqetînin û çareser bikin. Ev mijar diviya piştî hukumeta Bexdayê bihata damezrandin, di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta federal de bihata niqaşkirin û muzakerekirin.

Ji bo parastina rêvebiriya federal, em bangê li her terefî dikin ku li pey destûrê herin, di mijara xaz û petrolê û temamê mijarên siyasî yên krîktîk de, qaîde û qanûnan binpê nekin.”