Amerîkayê hejmarek zêde çekên Îranê yên desteserkirî ji Ûkrayna re sand

10 April 2024 20:01 0 dîtin
Amerîkayê hejmarek zêde çekên Îranê yên desteserkirî ji Ûkrayna re sand

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Amerîka çekên Îranê yên li Deryaya Sor dema ji Husiyên Yemenê dihatin şandin desteser kirine, ji Ûkraynayê re şandine.

Hat zanîn ku di salên borî de Îranê ji bo Husiyên Yemenê çek û cebilxane şandibû û artêşa Amerîkayê ew çek û cebilxane desteser kiribûn.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) derbarê cebilxaneyên desteserkirî de daxuyanî da û ragihand, di salên borî de di nav çar keştiyan de cebilxaneyên Îranê ji Hûsiyan re dişand hatine desteserkirin.

CENTCOMê diyar kir, ew cebilxane ji bo Ukraynayê hatiye şandin û derbarê mîqtara wan çekan de jî ev agahî hate dayîn: “Zêdetirî 5 hezar çekên otomatîk, çekên sekvaniyê, tanksavar ji Ukraynayê re hatiye şandin. Ev çek têra Tugayekê dike û dê ji Ukraynayê re alîkar bibe da ku karibe xwe li hemberî êrîşan biparêze.”

Hêjayî gotinê ye, Amerîka di şerê ligel Rûsyayê de piştevana herî xurt a Ukrayna ye û heta niha alîkariyeke zêde ya çekan bo Ukraynayê kiriye.