Amerîkayê hejmarek zêde alav û wesayîtên leskerî radestî artêsa Iraqê kir
PeyamaKurd - Fermandarê Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Iraqê ragihand ku Amerîkayê 2100 barên alavên leşkerî, 1800 wesayît û belemên biçûk û tanker radestî Iraqê kirin.
Fermandarê Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Iraqê eşkere kir ku artêşa Amerîkayê ev alav radestî artêşa Iraqê kirine, ji ber ku di siberojê de rola wan ji şerkirinê ji bo şêwirmendiyê wê biguhere.
Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî jî ragihand, ligel Fermandarê Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û aliyê Amerîkî û Brîtanî civiyane û li ser pêngavên vekişîna Hevpeymanan û Amerîkayê ji Iraqê û guherîna erkê wan bo şêwirmendiyê gotûbêj kirine.
Qasim Erecî got, ev pêngav beşek e ji rêkeftina stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê, ku dê dawiya îsal were bicihkirin.
Artêşa Iraqê jî bi daxuyaniyekê ragihand, ew ligel Amerîka û Hevpeymanan di hemahengî û karkirinê de ji bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê û lêdana binke û baregehên wan, berdewam dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin