Amerîkayê hejmarek zêde çek ji Ukraynayê re sand

19 June 2022 21:35 0 dîtin
Amerîkayê hejmarek zêde çek ji Ukraynayê re sand

PeyamaKurd – Li demeke ku şerê Rûsya û Ukraynayê li herêma Donbasê dijwar bûye de, hat ragihandin Amerîkayê hejmarek zêde çek gihandine destê artêşa Ukraynayê.

Serokê Partiya Gosol a Ukraynayê Kîra Rudîk, li ser medya civakî eşkere kir ku Amerîkayê 1400 moşekên Stînger, 6 hezar û 500 çekên Javelîn ên tanksavar, sîstemên teqandina wesayîtên zirxî, drone, topavêj, helîkoptera Mi-17 û sîstemên Zipkin ên berevaniyê ji Ukraynayê re şandin.

Rudik diyar kiriye ku her tiştê ku radestî wan hatiye kirin, wê li gorî mebesta wê were bikaranîn.

Hêjayî gotinê ye, ji 24ê Sibatê destpêka êrîşên Rûsyayê ve, heta niha Amerîkayê bi nirxê zêdetirî 3 milyar dolaran alîkariya leşkerî gihandiye Ukraynayê.