Pentagon: Hejmarek fuzeyên hesas bo Ukraynayê hatin sandin…
PeyamaKurd – Misteşarê ji Polîtîkayên Parastinê Berpirs ê Wezareta Bervaniya Amerîkayê (Pentagon) Colin Kahl, ragihand ku wan hejmarek fuzeyên xwedî hesasiyeta zêde bo Ukraynayê şandine.
Li gorî medya Amerîkî Colin Kahl, derbarê cûreyên wan fuzeyan de ti hurgilî nedane û dema ku şandine jî eşkere nekiriye.
Herwiha Kahl daye zanîn ku di alîkariyên leşkerî de hewl didin ku hêzên asmanî yên Ukraynayê bihêz bibin û li ser windayên şer ên Rûsyayê jî daye xuyakirin ku zêdetirî 80 hezar leşkerên xwe ji dest dane.
Hêjayî gotinê ye, Amerîkayê herî dawî alîkariya leşkerî ya bi 1 milyar dolaran bo Ukraynayê ragihandibû ku ew pakêta herî mezin a heta niha hatiye ragihandin e. Ji destpêka êrîşên Rûsyayê ve Amerîkayê bi nirxê 9,1 milyar dolaran alîkariyên leşkerî dane Ukraynayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin