Pentagon: Perwerdeya Patriota ya leskerên Ukraynayê dest pê kir

18 January 2023 11:57 0 dîtin
Pentagon: Perwerdeya Patriota ya leskerên Ukraynayê dest pê kir

PeyamaKurd – Di daxuyaniya ku ji teref Pentagonê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku perwerdeya Patriot a leşkerên Ukraynayê destpê kiriye.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Tumgeneral Patrick Ryder diyar kir, perwerdeya eskerên Ukraynayê ji bo bikaranîna sîstemên fuzeyên dijî hewayî yên Patriot destpê kiriye û wê çend mehan bidome.

Ryder di civîna çapemeniyê de got, "Perwerdehî destpê kir, ew ê çend mehan berdewam bike."

Herwiha Berdevk diyar kir, wê bi giştî perwerdehiya Patriota bidin 90-100 Ukrayniyan.