Pentagon: Me hejmara leskerên li Sûriyê derxist 2 hezarî

24 December 2024 10:43 0 dîtin
Pentagon: Me hejmara leskerên li Sûriyê derxist 2 hezarî

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku nêzîkî 2 hezar leşker ji bo piştgiriya operasyonên li dijî DAIŞê li Sûriyê ne.

Di daxuyaniya Berdevkê Pentagonê Sererkan Patrick S. Ryder de hat gotin, "Di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê û têkbirina DAIŞê de niha nêzî 2 hezar leşkerên me li Sûriyeyê hene."

Pat Ryder diyar kir ku nêzî 900 leşker li ser erka demdirêj bûn, 1100 leşkerên mayî jî di erkên demkurt de ne û ev leşker li Sûriyê bûn ku di dema parastina hêz, derxistin, tamîrkirin û operasyonan de alîkariya pêwîst bidin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di van çend salên dawî de li Sûriyeyê di hejmara leşkerên Amerîkayê de guhertin çêbûne û hat diyarkirin ku ev hejmar li gorî pêdiviyên operasyonê diguhere.

Pentagonê herwiha tekez kir ku zanyariyên li ser hejmara wan leşkeran nehatine eşkerekirin, ji ber "şopandina rewşa ewlehiyê ya operasyonê û birêkûpêkkirina çeperên stratejîk ên van hêzan".

Rêveberiya Amerîkayê di destpêka sala 2019an de ragihandibû ku li dijî DAIŞê serkeftin bi dest xistiye û hejmara leşkerên Amerîkayê ji 2 hezarî daxistiye 900î.