Pentagonê hejmara leskerên di êrîsên Îranê de birîndar bûne eskere kir
PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku ji meha Cotmeha sala borî ve, nêzîkî 70 leşkerên Amerîkî li Iraq û Sûriyê di êrîşên milîsên Îranê de, birîndar bûne.
Pentagonê eşkere kir, di êrîşa dawî ya milîsên bi piştevaniya Îranê de li ser baregeha leşkerî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê, du leşkerên Amerîkî birîndar bûne û çend leşkerên Iraqê jî bi giranî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya New York Timesê ku bi zarên berpirsên Pentagonê belav kiriye, di navbera Comeha 2023 û 20ê Çileya 2024an de, nêzîkî 70 leşker di êrîşên dron û moşekan de birîndar bûne ku piraniya wan piştî wergirtina dermankirinê vegeriyane ser karên xwe û hejmareke kêm jî hîn di bin çavdêriya bijîşkî de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin