Hejmara kustiyên êrîsên Kabûlê 110 kesan derbas kir: 13 leskerên amerîkî, 28 jî Talîban in

27 August 2021 16:31 0 dîtin
Hejmara kustiyên êrîsên Kabûlê 110 kesan derbas kir: 13 leskerên amerîkî, 28 jî Talîban in

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gorî amarên dawî yên ji nexweşxaneyên Kabûlê hejmara kuştiyên êrîşên rêxistina terorîst DAIŞê ku doh 26ê Tebaxê li dorûbera Balafirgeha Kabûlê pêk hatin ji 110 kesan derbas kiriye.

Di encama 6 teqînên doh de, 13 leşkerên Amerîkî û 28 çekdarên Talîbanê jî hatin kuştin ku piraniya kuştiyan xelkê sivîl ên dixwestin bi rêya Balafirgeha Kabûlê terka Afganistanê bikin bûn.

Hatiye ragihandin ku heta niha hejmara miriyan 110 kesan derbas kiriye û zêdetirî 150 jî birîndar hene.

DAIŞê êrîşên doh li xwe girtibûn û Serokê Amerîka Joe Biden jî eşkere kiribû ku êrîş ji alişê koma DAIŞ a Xoresanê ya Afganistanê ve hatiye kirin û ew dê wan efû nekin û li demek guncav bersiveke tund bidin.