Hejmara kustiyên Xezzeyê gehistiye 9770 kesan

05 November 2023 22:47 0 dîtin
Hejmara kustiyên Xezzeyê gehistiye 9770 kesan

PeyamaKurd - Li gor agahiyên ku Wezareta Tendirustiyê ya bi ser Bizava Hemasê ve di 5'ê Cotmahê de belavkirine hêjmara kuştiyên li Xazzeyê gihiştiye 9770 kesan. 

Wezareta navbirî ragihandiye ku 4800 zarok di nav wan kuştiyan de hene.

Hêjayî bibîranîneye ku Bizava Hemasê di 7ê Cotmeha 2023an de êrîşî Israîlê kiribû û 1400 Israîlî kuştibûn û ji zêdetirî 230 kesan jî revandibûn. Li beranberî wê yekê jî, artêşa Israîlê  jî wekî bersivek rojane Xezzeyê bombebaran kir û paşî dest bi êrîşa bejahiyê jî kir.