Îran – Rojhilat | Hejmara kustiyên xwepêsandanan 500 kesan derbas kir

21 December 2022 20:34 0 dîtin
Îran – Rojhilat | Hejmara kustiyên xwepêsandanan 500 kesan derbas kir

PeyamaKurd – Li demeke ku xwepêşandan û greva giştî ya seranserî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja xwe ya 97an de dewam dike, amarên dawî yên kuştin û girtinên ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin eşkere kirin.

Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ragihand ku ji destpêka xwepêşandanan ve li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê 506 xwepêşander bi destê hêzên Îranê hatine kuştin ku ji wan 69 kes temenê wan di bin 18 saliyê de ye.

HRANAyê daye xuyakirin ku heta niha 18 hezar û 457 xwepêşander ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîma Îranê ve hatine hinçavkirin û tenê nasnameya 4 hezar û 3 kesan eşkere bûye.

Herwiha hatiye eşkere kirin ku heta niha 652 xwendekar di meşa xwepêşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê de hatine binçavkirin û li 161 bajaran protesto hatine lidarxistin.

Li gorî amarên HRANAyê li 144 zanîngehan jî çalakiyên protestoyî yên xwendekaran hatine lidarxistin.