Hejmara kustiyên sivîl ên Îranê 200 derbas kir: Piranî Kurd in

19 November 2019 16:33 0 dîtin
Hejmara kustiyên sivîl ên Îranê 200 derbas kir: Piranî Kurd in

PeyamaKurd – Di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku ev 5 roj in berdewam dikin, hêzên rejîmê êrîşên tund dibin ser xelkê sivîl û heta niha herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Ji bilî protestoyên berdewam ên gelek bajarên Îranê, Kurdên Rojhilat jî li dijî rejîma Îranê serî hildane û bi xwepêşandanên mezin dengê xwe bilind dikin ku ew jî rastî tundîya hêzên rejîmê tê.

Medyaya nêzîkî pozîsyona Îranê dibêje, hinek taxên bajarên Şîraz, Kerec û Tahranê ketiye destê xwepêşanderan û 9 ofîsên girêdayî Rêberê Îranê Alî Xemneyî jî hatine şewitandin.

Li gorî jêderekî ji Wezareta Navxweyî ya Îranê, di nava 4 rojan de zêdetirî 200 kes li seranserê Îranê hatine kuştin û 3 hezar kes jî birîndar bûne.

Hinek çavkaniyên herêmî radigihînin ku hejmara kuştî û birîndaran zêdetir e û herî zêde jî xwepêşanderên Kurd ên bajarên Kirmaşan, Ciwanro û Merîwanê hatine kuştin.

Tora Mafê Mirov ya Kurdistanê ragihand ku tenê di nexweşxaneyeke Kirmaşanê ya bi navê Îmam Reza de cenazeyê 16 kesan heye û hejmarek zêde jî birîndar hene. Beriya wê jî 9 xwepêşandêr li Kirmaşan hatibûn kuştin.

Xwepêşandanên Îranê yên bi hinceta bihakirina nirxa benzînê dest pê kiribûn û veguherîbûn protestoyên mezin ên dijî rejîma Îranê li zêdetirî 100 bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi hemû xurtiya xwe berdewam dikin.