NY: Hejmara sivîlên di serê Ukraynayê de mirin 9 hezar derbas kir

08 July 2023 15:56 0 dîtin
NY: Hejmara sivîlên di serê Ukraynayê de mirin 9 hezar derbas kir

PeyamaKurd Mîsyona Çavdêriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Ukraynayê, di rapora xwe ya taybet a ji bo roja 500emîn a şer de, diyar kir ku bi giştî qurbaniyên sivîl gihiştiye 9 hezar û 177an.

Di rapora ku do hat weşandin de hat diyarkirin, di şerê ku bi fermana Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di 24ê Sibata sala borî de dabû destpêkirin de, 500 kes zarok in.

Di rapora ku wendahiyên sivîl ên 24ê Sibata 2022-30ê Hezîrana 2023an de hat parvekirin de, hat diyarkirin ku 15 hezar û 993 kes birîndar bûne.

Neteweyên Yekbûyî bal kişand ku bi taybetî di Gulan û Hezîranê de êrîşên dijber ên Ukraynayê destpê kirin, mirin bûn.

Di raporê de hat bibîrxistin, di 27ê Hezîranê de li bajarê Kramatorsk ê rojhilatê Ukraynayê di êrîşa li dijî xwaringehekê de 13 sivîlan can dane ku nivîskara Ukraynayî Vîctorîa Amelîna û 4 zarok jî di nav de ne.

Di 6ê Tîrmehê de hatibû diyarkirin, di êrîşa bi moşekan a li ser Lviv a li rojavayê Ukraynayê de 10 sivîlan can dane.

Herwiha di raporê de hate destnîşankirin ku hejmara miriyên sivîl a rastî pir zêdetir dibe û kesên can dane yên ku nehatine tomarkirin.