Pentagon: Hêzên taybet ên Rojava, li Ukraynayê ser dikin

12 April 2023 13:30 0 dîtin
Pentagon: Hêzên taybet ên Rojava, li Ukraynayê ser dikin

PeyamaKurd- Li gorî belgeyên ku Pentagonê eşkere kirine, hêzên taybet ên rojavayî, li Ukraynayê şer dikin.

Di belgeyên Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) derket holê ku hêzên taybet ên gelek welatên rojavayî, li Ukraynayê tevdigerin. Belgeyên di şerê ku ev salek zêdetir e berdewam dike de spekulasyonên di vî warî de piştrast dikin.

Li gorî belgeya 23yê Adarê, mezintirîn yekîneya taybet a biyanî ya li Ukraynayê ya bi tîmeke 50 kesî ya Brîtanyayê ye.

Piştî Brîtanyayê, Letonya (17), Fransa (15), Amerîka (14) û Holland (1) tê.

Her wiha hat diyarkirin ku Rêvebiriya Amerîkayê, di derbarê eşkerebûna belgeyan de lêpirsîn daye destpêkirin.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin gotibû ku Wezareta Dadê bi biryar e ku di encama lêkolînê de jêdera belavbûnê bibîne.