Pentagon: Hêzên Amerîka yên ji Rojava bên derxistin li Iraqê tên bicihkirin
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê (Pentagon) Mark Esper ragihand ku li gor wê plana danîne hêzên wan ji Sûriyê vedikişin diçin rojavayê Iraqê û di rûbirûbûna DAIŞ û bermayiyên wê de têkoşînê berdewam dikin.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper doh dest bi gera Rojhilata Navîn kir û dema ji Washingtonê bi rê ket ji rojnamevanan re got, piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, ew hêz li Iraqê tên bicihkirin ku ew derbarê vê mijarê de ligel Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê axifî ye.
Li gorî Esper hejmara wan serbazên Amerîkî ku biryar e bo Iraqê bên veguhestin zêdeyî 700 serbaz e, û 200-300 serbaz jî li Sûriyê dimînin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku dem hatiye serbazên Amerîkayê vegerin welatê xwe, lê li gorî plana Pentagonê serbaz venegerin Amerîkayê, li Iraqê bicih dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin