Pentagonê ji bo hêzên li Rojava bang li Rûsyayê kir
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) bang li Rûsyayê kir ku li gorî mekanîzmeya rêgirtina arîşeyan tevbigerin û xwe ji pevçûnên hev ên li Sûriyê dûr bixin.
Çend roj berê hêzên Rûsî yên li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Dêrikê rêgirî li karwana hêzên Amerîkî kiribûn û di encama qezaya wesayîtên leşkerî de, 4 leşkerên Amerîkî birîndar bûbûn.
Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman bi daxuyaniyekê ragihand: “Me Rûsya ji ber kirinên wê yên xeter û yên nayên pejirandin hişiyar kiriye. Em hêvî jê dikin ku mekanîzmeya rêgirtina li ber arîşeyan li Sûriyê vegere.”
Hoffman diyar kir: “Em pêşbînî dikin her du alî dê vegerin rêkarên destnîşankirî bi mebesta xwejêdûrxistina pevçûnên navbera karwanên me û parastina mafên xwe dema karwanên me rastî metirsiyê bibin.”
Amerîka, hêzên Rûsyayê bi "acizkerî" tohmetbar kir û diyar kir ku hêzên Amerîkayê li Sûriyê ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatine acizkirin.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê tohmetên Pentagonê red kir û ragihand; hêzên wan pabendî wan rêkarên xweparêziyê ne, da ku xwe ji derketina pêşiya karwanên Amerîkayê biparêzin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin