NATOyê bang li Rûsyayê kir: Hêzên xwe yên leskerî vekisîne û astiyê hilbijêre!
PeyamaKurd - Wezîrên Derve yên endamên hevpeymana NATOyê li ser mijara Ûkraynayê civîneke awarte li dar xistin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bang li Rûsyayê kir ku hêzên xwe yên li sînorê Ûkraynayê paşve vekişîne.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di civîna awarte ya vîdyokonferansê de got: “Helwesta NATOyê zelal e. Em bang li Rûsyayê dikin ku rageşiyê kêm bike, hêzên xwe yên leşkerî vekişîne û rêya aştiyê hilbijêre.”
Stoltenberg piştevaniya xwe ya ji bo serwerî û yekparçeyiya axa Ûkraynayê anî ziman û diyar, wê bandora hebûna leşkerî ya Rûsyayê li sînorê derdora Ûkraynayê bê gotûbêjkirin.
Li aliyê din biryare li ser krîza Ûkraynayê 10ê Çile di navbera Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsya Vladimir Putin de civînek were sazkirin. Piştre jî 12ê Çileyê NATO û Rûsya li ser heman mijarê dicivin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin