NATOyê bang li Îranê kir: Nehêle hêzên wekîl êrîs bikin!

27 November 2023 20:46 0 dîtin
NATOyê bang li Îranê kir: Nehêle hêzên wekîl êrîs bikin!

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, daxwaza dirêjkirina agirbesta navbera mirovî ya Hemas û Îsraîlê kir û bang li Îranê jî kir ku nehêle hêzên wan ên wekîl ên li Sûriye û Iraqê êrîşî hêzên Amerîkî bikin.

 Stoltenberg, beriya Civîna Wezîrên Derve ya NATOyê ku li Brukselê 28-29ê Mijdarê tê lidarxistin, civîneke rojnamevanî li dar xist.

Stoltenbger bal kişand ser ku bi lihevkirina Hemas û Îsraîlê ya navbera mirovî re, dîl hatine berdan û alîkarî hatine dabînkirin û got, “Bang dikim ku navbera mirovî bê dirêjikirin. Wê ev rewş bihêle ku zêdetir alîkarî bigin Xezzeyê û dîlên din jî bên serbest berdan.”

Herwiha Stoltenberg, êrîşên hêzên wekîl ên Îranê ku li Sûriye û Iraqê êrîşan dibin ser hêzên Amerîkî bibîr xist û ji bo êrîşan rawestînin got: ‘Divê Îran hakimê wan hêzên li ser navê wê tevdigerin be.”