Sirbîstanê, bang li NATOyê kir: Hêzên ewlehiyê bi cih bikin

11 December 2022 19:00 0 dîtin
Sirbîstanê, bang li NATOyê kir: Hêzên ewlehiyê bi cih bikin

PeyamaKurd- Serokomarê Sirbîstanê Aleksandar Vucic, li ser têkiliyên navbera Sirbîstan û Kosovayê axivî û bang li rayedarên NATOyê kir ku hêzên artêşê û polîsan li bakurê Kosovayê bi cih bikin.

Aleksandar Vucic, di axaftina xwe ya ji bo gel de têkiliyên navbera Sirbîstan û Kosova nirxand û bal kişand ser bûyerên vê dawiyê yên li bakurê Kosovayê û got ku welatê wî dê ji KFORê (Hêza Aştiyê ya Erkdarên Ewlehiya Kosovayê ya NATOyê) bixwaze ku artêş û polîsên Sirbistanê, li herêmê bi cih bike.

Vucic got, "Ez ji welatiyên me yên li bakurê Kosovayê dijîn û ji bo bijîn û parastina malbatên xwe têdikoşin re peyama 'teslîm nebe' dişînim. Ev, biryara dewletê ye û divê her kesên ku tên cem min bi vê bizanibin. Ez ne ji ber buhayê ku ez ê bi xwe bidim xemgîn im.”

Her wiha Vucic destnîşan kir ku wan 10 sal in rêz li hemû peymanan bi taybetî jî peymana Brukselê girtiye û da zanîn ku aliyên Kosovayê rêz li van peymanan negirtiye.