Wezîra Çandiniyê: Ji bo metirsiyên guherîna avhewayê pêwîstî bi gavên stratejîk heye
PeyamaKurd - Wezîra Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî ragihand, nîşanên guherîna avhewayê metirsîdar in û pêwîst e gavên stratejîk ji bo çareserkirina wan metirsiyan bên avêtin.
Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî di merasîma vekirina Komeleya Avdaniyê ya ji bo Pêşxistina Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê de axivî.
Bêgerd Talebanî destnîşan kir: “Hemû şerên siyasî, bi diyalogê bi dawî dibin, lê şerê giranî û kêmbûna xwarinê, dê civakan wêran bike. Guhertina keşûhewayê di van salên dawî de ji me re nîşaneyên xeternak vedibêje. Ji me tê xwistin ku wek navçeyeke çandiniyê û wekî selika xwarinê ya navçeyê, divê ji bo rûbirûbûna van metirsiyan gavên stratejîk bavêjin.”
Talebanî got: “Ez ê bi hemû awayî destekê bidim vê komeleyê, da ku hûn bi awayekî serkeftî xebatên xwe bimeşînin. Ji bo ku cotkar hemû daxwazên xwe yên di pîşeya çandiniyê de pêk bînin, ev ê ji wan re yek bibe destekeke mezin.”
Bêgerd Talebanî herwiha got: “Em weke Wezareta Çandiniyê di Kabîneya Nehemîn de, zû pê hesiyan ku pêwîstiya me bi avakirina komeleyên sektora çandiniyê heye. Ji ber vê yekê me karî mekanîzmeke guncaw li gel çend rêxistinan bi pêş bixin û bi heman armancê komîteyeke bilind bi çavdêriya Cîgirê Wezîr di Wezareta Çandiniyê de hat avakirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin