Serokomarê Iraqê: Pirsgirêka herî mezin a cîhanê guherîna avhewayê ye

02 December 2023 16:04 0 dîtin
Serokomarê Iraqê: Pirsgirêka herî mezin a cîhanê guherîna avhewayê ye

PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd diyar kir ku "pirsgirêka herî mezin a cîhanê guherîna avhewayê ya global e."

Letîf Reşîd beşdarî 28emîn Konferansa Partiyên (COP28) ya Peymana Çarçoveya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî bû ku di 30ê Mijdarê de li bajarê Dubayê yê Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) destpê kir.

Reşîd got, “Pirsgirêka herî mezin a ku niha cîhan pê re rû bi rû maye jîngeh e, ku di nav xwe de pirsgirêkên wekî kêmbûna avê û birîna daristanan a ji ber guherîna avhewayê pêk tê. Ji aliyê din ve em zêde neft û gazê bi kar tînin û ev yek jî rasterast bandorê li avhewaya cîhanê dike.”

Iraq yek ji wan welatan e ku herî zêde bandorê li guherîna avhewayê û germahiya global kiriye.

Dema ku çavkaniyên avê yên welêt pir kêm dibin, nirxên germahiyê gav bi gav zêde dibin.

Reşîd diyar kir, gavên heta niha hatine avêtin têrê nakin û got, "Divê em ji bo pêşerojê nexşerêyekê çêbikin."