Dr. Serbest Nebî: Pirsgirêka herî mezin ew e ku Rojava dibe qurbana Bakur
PeyamaKurd - Mamosteyê Felsefeya Siyasî yê Zanîngeha Koyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Serbest Nebî, nakokiyên demên dawî yên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hozên Ereb ên ku rejîma Sûriye û Îran piştgiriya wan dikin û rojeva herêmê ji PeyamaKurd re nirxand.
Nebî got: “Hozên Ereb ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, ji Şam û Tehranê piştgirî werdigirin û bi HSDê re şer dikin.”
Nebî anî ziman ku hebûna feraseta Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya li Rojavayê Kurdistanê, dibe sedema pirsgirêkên ewlehiya herêmê û da zanîn: "Qurbankirina Rojava ji bo Bakurê Kurdistanê ji bo me pirsgirêkeke mezin e. Çima posterên Abdullah Ocalan li Qamişloyê têne daleqandin û çima li Amedê nayên daleqandin?”
***
HSD, li hember hêrişên hozên Ereb ên nêzîkî rejîma Sûriyeyê birêkbûyîna xwe çawa diparêze?
“HSD ne bi tenê ye. HSD endamê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ye. Ji ber vê yekê gelek alîgirên HSDê hene. Dewleten Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) heye, Fransa heye, gelek dewletên Ereb ên wek Erebîstana Sihûdî jî piştgiriyê didin HSDê."
Şerê hozên Ereb ê li dijî HSDê çiqas bandorker e? Hozên Ereb çawa ji Îran û rejîma Sûriyeyê piştgirî werdigirin?
“Hozên ku niha li dijî Kurdan şer dikin, di dîroka xwe de bi rejîmê re bûne, li kêleka leşkerên rejîmê bûne. Xizmetên herî erzan û karê herî xweş ji rejîmê re pêşkêş dikirin. Hozên Ereb di 2004’an de bi piştgiriya rejîmê hêrişî Qamişloyê kirin. Li dijî Kurdan komkujiyan pêk anîn. Ev hozên Ereb alîgirên Seddam bûn jî. Dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir, hinek ji wan tevlî DAIŞê bûn, hinek ji wan tevlî El Qaîdeyê bûn û hinek jî derbazî aliyê HSDê bûn.
Niha jî hinek ji wan li aliyê rejîmê ne. Hinek ji wan li ser sînorên xwe wek dijminên kurdan tevdigerin. Di gelek waran de alîkariyan ji rejîmê û Îranê werdigirin, nemaze piştgiriya çek û lojîstîkî. Helbet xema wan a rast Kurd in, ne HSD ye. Li gorî min Tirkiye û opozîsyona Sûriyeyê jî piştgiriyê didin wan.”
***
Kurdan wek gefa herî mezin dibînin
Çima dijminahiya Kurdan dikin?
“Ji ber ku metirsiya herî mezin a li ser wan ne rejîm, ne Îran û ne jî Tirkiye ye. Ew kurdan wek metirsiya herî mezin dibînin . Ev hoz 150 sal berê di dema Osmaniyan de hatine anîn û li vê axê bi cih bûne.
Kurdan wê demê nedixwestin ku li vir bi cih bibin. Çetekar û mîlîtarîst in. Di wan de hê jî çanda hêrişkirina ser malên xelkê, dizîya mal û milkên wan, kuştina zarokên wan, revandina jinên wan heye. Kî alîkariya wan bike, ew dibin zilamên wan. Wê demê bûne zilamên Tirk, Îran û DAIŞ'ê.
Gelo îro jî di navbera HSD, hozên Ereb û rejîmê de nakokî hene?
“Belê, nakokî hene û şer didome. Vê carê HSDê bi tundî hêrişî rejîmê kir. Şandeyên HSD, Rûsya û rejîmê hatin cem hev. Helbet şandeya rejîmê hinekî zêde deng veda û bi gotina “Bêyî DYAyê, em ê serê we bişkînin” gef li HSDê xwarin. HSDê bi tundî bersiv da û got: "Bêyî piştgiriya Rûsya û Îranê em ê bihatana Şamê."
Ji ber vê yekê, hûn difikirin ku rola Rûsyayê di pevçûnên dawî de heye?
“Rûsya ji van pevçûnan ne kêfxweş e. Rûsya jî ji piştgiriya Îranê ya ji wan re dilgiran e. Rûsya difikire ku ev yek hincetekê dide DYAyê ku sînorên HSDê berfireh bike. Li gorî Rûsyayê, bi her hêrişa ku ji aliyê wan ve tê kirin, HSD bi piştgiriya DYAyê sînorên xwe berfirehtir dike. Ji ber vê yekê bandora DYAyê ya li herêmê zêde dibe.
Ev li dijî berjewendiyên Rûsyayê ye. Îran dixwaze bi rêya herêmên ku HSD lê ye alîkariya lojîstîk û çekan bide rejîm, Lîbya û komên çekdar, lê HSD rê nade. Îran bi rêya van hoz û komên çekdar, bi firokeyên bêmirov li dijî baregehên leşkerî yên DYAyê hêrişan pêk tîne da ku DYA neçar bibe ku ji herêmê vekişe. Lê belê DYA bi vê yekê dizane, xwe baş diparêze û her roj hêza xwe ya leşkerî û çekî li herêmê zêde dike.”
DYA li ser geşedanan çi difikire?
“Bêguman DYA dixwaze hevkarê wê HQSD bi ser bikeve. Heya ku rasterast hêrişek li dijî DYAyê pêk neyê, DYA tevlî şer nabe û DYA naxwaze rasterast bi hozên ereb re rû bi rû bimîne û dijminahiya wan bike. Jixwe HSD heye û şer dike. Dema hêriş dikin, DYA navendên wan bi frokeyên şer bombebaran dike.”
Hat zanîn ku li herêmê di navbera hozên ereb de pevçûn derketine. Bi taybetî di navbera hoza Îbrahîm El-Hifil û hozên din de ti pirsgirêk hene?
“Nîvê hoza Îbrahîm El Hivil beşek ji HSDê ye. Keça mamê Îbrahîm Hifil yek ji pêşengên HSDê ye. roleke wê ya mezin heye. Ev Haşimî ne. Xwe wekî Haşimî pênase dikin. Haşimî tê wateya ku nifşa wî digihêje Pêxember Hz Mihemmed. Loma jî Haşimî ne.
Ew jî li çend beşan têne dabeş kirin. Hinek ji wan ser bi opozisyona Sûriyê ya ku Tirkiye piştgiriya wan dike ne, hinek ji wan piştgiriya DAIŞê dikirin û niha li aliyê Îranê ne û piraniya wan jî ligel HSDê ne."
Li gorî we, cîhan wê bi fermî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê nas bike?
“Baweriya DYA û Ewropa ji Herêma Kurdistanê zêdetir bi Rojava heye. Lê kontrolkirina PKKê li wir ziyanê dide ewlehiyê. Heya ku feraseta PKKê di rojeva wan de be, ev fikar wê bidomin. Mesele ne kurdbûna wan e, li Rojava feraseta PKKê serdest e.
Çima posterê Abdullah Ocalan li Qamişloyê têne daleqandin? Çima hûn li Amedê danaleqînin? Kurdên Rojava nikarin dewsa Kurdên Bakur (Bakurê Kurdistanê) bigirin. Li wir 40 milyon kurd hene. Em nikarin barê wan jî hilgirin. Divê xwe biparêzin.
Qurbankirina Rojava ji bo me pirsgirêkeke mezin e. Ji bo vê jî divê Kurdên Rojava ji bo azadiya xwe biryarê bidin.”
***
"Pişgiriya opozîsyona Sûriyê doza Kurdan bi paş xist"
Hûn pêşbînî dikin ku di siberojê de Rojava jî bibe wek Herêma Kurdistanê?
"Zehmet e. Ger vîna Rojava neyê parxistin. Bi piştgirîkirina opozîsyona Sûriyeyê, doza Kurdan hate paşvexistin. Pirsgirêka kurdan xistin bin kontrola dewletên herêmê. ENKS bû sedem ku pirsgirêka kurd bikeve rojeva opozîsyona Sûriyeyê û partiyên ser bi PKKê jî qet qala pirsgirêka kurd nekirin. Li ser rewşên weke demokrasiyê axivîn. Herdu aliyan jî xeletî kirin. Di bernameya wan de doza kurdan tune ye."
Herî dawî hat gotin ku Serfermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî wê bi ENKSê re bicive û diyaloga kurdan dîsa dest pê bike. Gelo ev gengaz e?
“Ev rewş her roj tê axaftin. Çîrok hatiye pûçkirin. Biryara ENKSê ne di destê wê de ye, heta tirk nebêjin 'gotûbêj' ew nacivin. Ez jî tevlî Peymana Duhokê bûbûm. Davutoglu got ku kurd wê bi ser bikevin, xwest peyman bi dawî bibe û ENKSê jî eşkere ji peymanê derket.
Niha jî nikarin bikin. Ereb ji opozîsyona Sûriyeyê vekişiyan, lê belê ew hîn jî di nav opozîsyona Sûriyeyê de ne. Haya kesî ji hebûn û nebûna wan jî tune ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin