Jeffrey: Pirsgirêka Sûriyê pirsgirêka herî mezin a dema niha ye
PeyamaKurd - Nûnerê taybet yê Amerîka bo Pirgirêka Sûriyê James Franklin Jeffrey, roja Sêşemê li Tel Avîv got, rejîma Esad li Sûriyê hêjî bi ser neketîye.
Jeffery ev yek di Konferensa Herzliya ya Ewlekariyê de li bajarê Tel Avîvê anî ziman, herwiha wî got, rejîma Esad metirsiye bo ewlekariya netewî ya Îsraîlê û weha ragihand "wê DAIŞ dirust kiriye ku rêxistina terorê ya herî bitirse li Rojhilata Navîn".
‘YA EM JI SÛRIYÊ DIXWAZIN, NEBE METRISÎ LI SER WELATIYAN Û NEBE BINGEHA TERORÎSTAN’
Jeffery herwiha dibêje, "Ya Em ji Sûriyê dixwazîn, nebe metrisî li ser welatiyan û nebe bingeha terorîstan". Berpirsê Amerîkî pirsgirêka Sûriyê weke pirsgirêka herî mezin di dema niha de bi nav kir. Jeffery dilxweşiya xwe diyar kir li hember yek kirina helwesta welatên Ewrupî li gel ya Washingtron, jj bo ferzkirina sizayan li ser rejîma Esad.
Berpirsê Amerîkî got, karê me yê pêşîn li Sûriyê tunekirina DAIŞê ye û nehiştina hêzên Îranê li Sûriyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin