Baerbock: Divê Kurd di nav çareseriya pirsgirêka Sûriyê de bin
PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock, berya seredana Tirkiyê bike got ku divê li Sûriyê Kurd di derveyê pêvajoya çareseriya mijaran de nemînin.
Baerbock got ku eger Kurd di derveyê çareseriya aştiyê de bimînin, wê çareseriya aştiyê asteng bibe. Ragihandina wezîra Baerbockê ket wexta ku di navbera Sûriyê û Tirkiyê de hevdîtin tên kirin û di wextekî krîtîk de ye.
Wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock, wê roja Înê seredana Tirkiyê bike. Wezîra di meclisê de dema axaftina xwe dikir ragihand ku wê mijarê bi zelalî bixe rojeva navbera Almanya û Tirkiyê.
Li gor xebera DWê; wezîra gotiye ku Kurd jî wekî Almanya perçeyekî koalisyona li dijî têkoşîna DEAŞê ye û axaftina xwe weha dewam kiriye:
“Ji ber wê eger temamê grûbên Sûriyê bikevin nav pêvajoyê, ji bo berjewendiyên me yên netewî pêdiviye. Pêwsite temamê civakên etnîk û dînî di nav pêvajoyê de bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin