Iraq: “Em ji çareseriya pirsgirêka sandina petrola Kurdistanê ya ji Tirkiyê re amade ne

23 November 2023 01:06 0 dîtin
Iraq: “Em ji çareseriya pirsgirêka sandina petrola Kurdistanê ya ji Tirkiyê re amade ne

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani, di dema wezîrê enerjiyê û çavkaniyên xwezayî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar qebûl kir de, ragihand ku Iraq amadeye çareseriyê ji bo îxracata petrolê ya Kurdistanê ji bo Tirkiyê bibînin.

Li gor ragihandina ofîsa çapemeniyê ya serokwezîrtiya Iraqê; her dû teref behsa xwurtkirina têkiliyên di seha enerjiyê yên navbera Iraqê û Tirkiyê de kirine. Di hevdîtinê de Sûdanî ragihandiye ku ew amadene çareseriyê ji îxracata petrola herêma Kurdistanê bo Tirkiyê re bibînin.

Her dû teref li ser mijara parvekirina avê jî rawestiyane û Sûdanî gotiye ku di mijarê de bêhtir pêdivî bi hevkariya zêde heye. Mijareka dinê jî ya “Proja Stratejîk” bû ku li serê axifîn û wê proje, di pêşdeçûna aboriya her dû dewletan de, pareka wê ya mezin hebe.

Wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê Bayraktar ragihand ku ew dixwazin di hinek sehayan de bi Iraqê re hevkariyan bikin û girîngiya “Proja Rêya Geşepêdanê” ya ku serokê Tirkiyê Erdoğan jî gelek girîngiyê didê, got ku Iraq ne tenê ji bo Tirkiyê lê her weha ji bo Awrûpayê jî welatekî girîng e.

Wezîr Bayraktar berê, di gera xwe ya Iraqê de bi wezîrê petrolê yê Iraqê bi Hayyan Abdulgani re weke heyet hevdîtin kiribûn.

Dadgeha navdewletî ya Tahkîmê ya Parîsê di mijara îxracata petrola Kurdistanê bo Tirkiyê de, biryara rawestandina îxracata petrolê dabû û di 25ê Adarê de nema petrola Kurdistanê çûbû lîmana Ceyhanê ya Tirkiyê.