Iraqê sandina petrola bo Hewlêrê rawestand
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezareta Petrolê ya Iraqê hinardekirina petrola xav a Kerkûkê ji bo Parzûngeha Kar a Hewlêrê ji doh Duşemê ve rawestand.
Çavkaniyekî ji Wezareta Petrolê ya Iraqê daye xuyakirin, wezareta petrolê dixwaze ji niha û pê ve petrola zeviyên Xurmelê ya Kerkûkê tenê ji bo pêdiviyên parêzgeha Neynewa bikar bîne, loma jî şandina bo parzûngeha Kar a Hewlêrê hatiye rawestandin.
Beriya niha rojane 55-60 hezar bermîl petrola xav, bi rêya boriyê ji parzûngeha Kar a Hewlêrê re dihate şandin û ji bo her bermîlekê jî 8 dolar ji bo pakkirinê dihate wergirtin.
Hat zanîn ku sedema vê biryarê ew e ku hikûmeta Iraqê dixwaze pêdiviyên sotemeniyê yên Neynewayê ji parzûngeha petrolê ya Xurmelê dabîn bike û ji bo wê yekê jî pişta xwe bi yasa budçeya Iraqê ve girêdaye.Li aliyê din ji Kerkûkê bi tankeran petrol ji bo Parzûngeha Qeywan a li Silêmaniyê tê şandin ku rojane ji 35-38 hezar bermîlan pêk tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin