Îranê sandina elektrîkê bo Iraqê rawestand

10 August 2021 20:15 0 dîtin
Îranê sandina elektrîkê bo Iraqê rawestand

PeyamaKurd - Wezîrê Elekrtîkê yê Iraqê Adil Kerîm ragihand, Îranê ji ber kêmaviyê şandina elektrîkê bo Iraqê ragirtiye.

Adil Kerîm îro Sêşemê eşkere kir, Komara Îslamî ya Îranê dayîna elektrîkê ji bo Iraqê ragirtiye û gotiye, sedema nedayîna elektrîkê ji aliye Îranê ve ji bo Iraqê kêmavî ye û kêmavî dibe sedema kêmberhemanîna elektrîkê li îstasyonên hîdrolîkê.

Berpirsê kompanyaya karebaya Îranê Mistefa Recebî jî li ser mijarê daye xuyakirin, ji ber pêdawîstiyên navxwe yên Îranê bûye wan şandina elektrîkê bo Iraqê rawestandiye.

Hêjayî gotinê ye, Îranê li demeke ku êrîşên DAIŞê berdewam dikin û herî dawî jî îro li Kerkûkê 7 stûnên elektrîkê teqandine, elektrîka Iraqê qut kir ku gelek deverên parêzgehên Kerkûk, Selehedîn û Nînowayê bê elektrîk mane.