Serokê HÜDA PARê: Divê pirsgirêka Kurd li ser esasê edalet û haqaniyetê çareser bibe
PeyamaKurd – Serokê giştî yê HÜDA PARê ku hem parlementerê Îstenbolê ye Zekeriya Yapıcıoğlu ragihand ku divê mijara Kurd bê ku bi rêxistinekî an bi hêzekî derve re bibe têkildar, pêwiste li ser bingeha edalet û haqaniyetê çareser bibe. Divê Tirkiye bi pirsgirêkên xwe yên esasî re rû bi rû bibe û destûreka nûh çêbike. Yapıcıoğlu weha got:
“Bi sedama ku sed sal berê siyasetên şaş hatin kirin, mesela Kurd bû pirsgirêkekî mezin. Ji roja ku me HÜDA PARê ava kir, me her mijara ku milletê me, welatê me û ummeta Îslamê jê piştkulin, me wan meselan şopand û heya karibû li gor xwe çareseriyan da pêş. Divê siyaset ne li ser berjewendî û terefgiriyê be lê li ser edalet û haqaniyetê be.
Ji bo siyaset sed salên din jî wenda neke, destûrekî çêbike ku ji îdeolojiyan dûr be, xelkê mecbûrê bawerî û terzê jiyanekî neke, maf û azadiyan bixe bin garantiyê, bi baweriya civakê re li hev be, ji aliyê sîvîlan de bê çêkirin, xwecîh û adil be. Divê mal, can, ol, aqil û neslê bixin bin ewlehiyê û civakeka baweriyê bê avakirin. Biratiya Kurd û Tirk ya ku hûqûqa wê tine û derbe xwariye, divê bê tamîrkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin