Ji Serokê HUDA-PARê peyama Helebceyê: Divê wek jenosîd bê naskirin
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê HUDA-PARê Îshak Saglam, bi minasebeta salvegera 33yemîn a kîmyabaran û komkujiya Helebceyê peyamek belav kir.
Îshak Saglam di peyama xwe de bal kişand ser komkujiyên li ser gelê Kurd hatine kirin di dîrokê û got, “Qetlîama Helebceyê ez le’netê li wan qetlîam û zilmên ku ev sed sal in li gelê Kurd tên kirin, dikim. Êş û elema wan kesên ku di qetlîama Helepçê de şehîd bûne hêj me diêşîne. Ez wan bi rehmet bi bîr tînim.”
Peyama Serokê Giştî yê HUDAPARê wiha ye:
DI SALVEGERA 33EMÎN DE QETLÎAMA HELEBCE DE
Operasyona Enfalê û êrîşên ku tê de Kurd li ber çavê temamê dinyayê hatin qirkirin...Li Iraqê Rejîma Baasê ya ku Saddam Huseyn jê re serokatî dikir bi mebeste qirkirina Kurdan di sala 1986an de operasyoneke bi navê Enfalê da destpêkirin. Di naveyna operasyonên ku 3 sal berdewam kirin de exlebeyê wan zarok û pîrek zêdetirî 180 hezar Kurd bi şikleke hovane û wehşîyane hatin qetilkirin.
Dema ku dîrok 16ê Adara sala 1988an de nîşan dida di bergeha operasyona Enfalê de êrîşa hovtirîn li bajara Helepçeyê hat kirin. Di encama êrîşa kimyewî ya ku li hember bajara Helepçeyê hat kirin de nêzî 5 hezar kes hatin qetilkirin ku ji sedî 70yê van kesên ku hatin qetilkirin pîrek û zarok bûn. Tesîra wan çekên kimyewî yên ku hatin bikaranîn îro jî berdewam dike. Tê diyarkirin ji ber wan çekên kimyewî heta roja me ya îro 45 hezar kes wefat kirin û zêdetirî 60 hezar însan jî seqet man. Ji ber wehşet û qetlîama ku hat kirin bi hezaran malbat hilweşîyan û bi deh hezaran zarok jî winda bûn.
Piştî qetlîamê ne Şerq û ne jî Xerb û ne jî alema Îslamê dengê xwe ji vê qetlîam û qirkirinê re dernexist. Tu kes vê qetlîamê neanî rojevê. Welatên Îslamê û welatên Xerbî yên ku di dijberîya Îranê de destek didan Saddam û Bloka Rojhilat a ku di warê îdeolojîyê de Iraqê ji xwe re nêzîk didît vê qetlîamê ne dît, ne bihîst û ne jî axivî.Temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê ker û lal kiribû. Lewra kesên ku dihatin qetilkirin Kurd bûn, Misliman bûn, mezlûm bûn, bêkes û bêxwedî bûn...
Piştî peymana Sykes-Picot, Kurd neketin bin fermandarîya emperyalistan û li gorî rola ku ji wan re hatibû xêzkirin hereket nekiribûn û ji ummeta Îslamê re îxanet nekiribûn. Ji sedemên herî muhîm a bi destê Saddam cezakirina Kurdan yek jî ev bû. Welatên Îslamê, şopa lingên wan qetlîamên nû yên ku îro li ser erdnigarîya Îslamê tên kirin dê di bêdengîya ku di warê qetlîama Helepçeyê de hat nîşandan de bibînin.
Piştî ku Saddam ji îqtîdarê hat daxistin re Elî El Mecîdê ku bi navê Elîyê Kimyewî dihat binavkirin û operasyona Enfalê birêve dibir wek temamê mesûlê qetlîama Helepçê hat dîtin, hat darezandin û hat îdamkirin. Seddam jî ji ber qetlîama Duceyîl a ku di sala 1982yan de hat kirin û tê de 148 kes hatin qetilkirin, hat darezandin û hat îdamkirin. Ew emperyalîstên ku wî marê ku xwedî kirin û wî derxistin asta cenewaran piştî ku karê wî û wezîfeya wî qedîya re wî ji holê rakirin. Dîrok careke din bi me da hînkirin dostên emperyalistan tune ye, bes berjewendî û menfeatên wan hene. Dîsa dîrok bi me da hînkirin ku ew kesên ku di warê berjewedîyan de bi emperyalistan re têkilî û pêwendîyê dideynin kîjan rojê be bila bibe ew ê bedela wê bi şiklê herî giran bidin.
Amerîka, Almanya, Îngîltere, Fransa, Belçîka û welatên din ên Ewrûpayê yên ku di şerê Îran-Iraqê de desteka çekên kimyewî û îstîxbaratê didan Saddam wek her carî ji vê yekê mesûl nehatin dîtin. Amerîka û welatên Ewrûpa yên ku failên esil ên vê qetlîamê bûn zilamê xwe Saddam daleqandin û qaşo bûn hawarîyê azadîyê. Amerîka û hevkarên wê û îdarevanên welatên Ewrûpa heta ku li Mehkemeyên Cezayê yên Neteweyî wek pêdankerê qetlîamên Enfal û Helepçyê neyên darezandin û cezaya ku heq dikin ji wan re neyê dayîn ew ê edalet tesîs nebe.Welatên Îslamê jî ji bo ku wê kirasê reş a di rabirdûya wan de ji ser xwe bavêjin û ji Kurdan re bibin piştevan divê Qetlîama Enfalê wek jenosîd û qirkirinê nas bikin.
Ji ber minasebeta salveger 33emîn a Qetlîama Helepçeyê ez le’netê li wan qetlîam û zilmên ku ev sed sal in li gelê Kurd tên kirin, dikim. Êş û elema wan kesên ku di qetlîama Helepçê de şehîd bûne hêj me diêşîne. Ez wan bi rehmet bi bîr tînim.
Serokê Giştî yê HUDA PARê
Îshak Saglam

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin