Peyama Remezanê ya Serokê Herêmê: Xweda gelê me û welatê me biparêze

10 March 2024 21:09 0 dîtin
Peyama Remezanê ya Serokê Herêmê: Xweda gelê me û welatê me biparêze

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta hatina meha Remezanê peyamek belav kir û Remezana hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cihanê pîroz kir.

Serokê Herêmê di peyama xwe de got: "Ez hêvîdar im ku Remezan bi xwe re aramiyê bîne û ji bo me hemûyan bibe meha xêr û xweşî û dilrehetiyê.”

Serokê Herêma Kurdistanê hêvî kir ku hemû alî ji peyamên Remezanê sûdê werbigirin û ev meh ji bo hemû xebatên aştî û niştimaniyê bibe derfetek.

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de got, “Xwedayê mezin gelê me û welatê me biparêze û rojiya me qebûl bike.”

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku li Herêma Kurdistanê sibe rojî dest pê dike.