Peyama Serokwezîr a Remezanê: Ji Xwedayê dilovan astî û aramiyê niyaz dikim
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi mebesta hatina meha Remezanê peyameke pîrozkirinê belav kir got: “Em j Xwedayê mezin û dilovan niyaz dikin ku meha pîroz a Remezanê ji bo cîhanê bibe sedema xêr û xweşiyan û bidawîhatina nexweşî û qeyranan.”
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de destpêkirina meha Remezanê li Misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku ev meh bibe meha xêr û xweşî û aştî û aramiyê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de herwiha gotiye: “Em ji Xwedayê mezin û dilovan lavayan dikin ku nimêj û rojî û ayînên me tevan qebûl bike û meha pîroz a Remezanê bike egera xêr û xweşî û dawîlêhatina nexweşî û qeyranan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin