Serok û serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyama Remezanê dan

23 March 2023 02:19 0 dîtin
Serok û serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyama Remezanê dan

PeyamaKurd – Bi sedema hatina meha Remezana pîroz, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyama meha pîroz dan. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Bi sedema hatina meha Remezanê ya pîroz li Misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraqê û temamê dinyayê pîroz dikim. Bila Remezan xweşî û hûzûrê ji herkesî re bîne. Em, qiymetên vê mehê yên mirovî, dersên wê, wateyên wê, bikin derfetên ji bo xweşbînî, lihevkirin, hevkarî, yekîtî û hewlên hevpar. Em bi vî rengî dikarin tev bi hevre pirsgirêkan û dijberiyan çareser bikin û xizmetên baştir bidin Kurdistanê, berjewendiyên xelkê xwe biparêzin.

Xwedê herkesî bi rehma xwe û bexşandina xwe biparêze.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe de got:

“Bi sedema meha Remezana pîroz, ji dil û can, mehê li temamê Misilmanên Kurdistanê, Iraqê û dinyayê pîroz dikim. Xwedê diayên we û rojiya we qebûl bike û meha Remezanê ji bo Herêma Kurdistanê û dinyayê xweşî û aramiyê bila bîne.”