Serok Mesûd Barzanî û serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî peyamên pîrozbahiya Remezanê dan

20 April 2023 22:48 0 dîtin
Serok Mesûd Barzanî û serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî peyamên pîrozbahiya Remezanê dan

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema hatina cejna Remezanê peyama pîrozkirina cenja Remezanê ya Misilmanan da û got:

“Bi munsebeta hatina cejna Remezanê, ez cejnê li misilmanên dinyayê, Iraqê û Kurdistanê pîroz dikim. Cejna Remezanê li malbatên şehîdan yên serberz, Pêşmergeyên qehreman û li temamê xelkê kurdistanê pîroz dikim. Bila cejn bibe sedema anîna hûzûr û xêrê ji bo temamê mirovahiyê.

Ez ji Xwedayê mezin dixwazim ku rojiya herkesî û îbadetên herkesî qebûl bike.”

Li aliyê dinê serokê Herêma Krdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hatina cejna Misilmanan cejna Remezanê peyama pîrozbahiyê da milletê. Nêçîrvan Barzanî di peyama pîrozbahiyê de weha got:

“Ez di serî de cejna malbatên şehîdan, ya temamê Kurdistanê, Iraqê û Misilmanên dinyayê pîroz dikim. Bila cejn bibe sedema aştiyê û bi xwe re xweşiyê bîne. Werin em tev bi hevre li ser wayeta cejnê car din bifikirin û bikin derfeta peydakirina aştiyê, xweşbîniyê, rêzgirtinê, hezkirinê û bikin ku deriyekî ber bi aştiyê de veke.

Bila cejn bibe banga li terefên siyasî da di nav me de yekîtî peyda bibe, em tev bi hevre ji bo xelkê xwe û welatê xwe bixebitin. Cejna Remezanê li herkesî pîroz be.”