Kurdistan | Encûmena Wezîran projeyeke girîng a parastina çandiniyê pejirand
PeyamaKurd – Di civîna îro 5ê Cotmehê ya Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ku bi seroktiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya de, reşnivîsa projeyasaya parastina çandiniyê ji belavbûna nexweşiyan hat pejirandin û dê bo parlamentoyê were şandin.
Piştî civînê hat ragihandin ku reşnivîsa projeyasaya "cîbicîkirin û sererastkirina yasaya karantînaya çandiniya federal a hejmara 76 a sala 2012an a sererastkirî ya li Herêma Kurdistanê" ji aliyê Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî ve hatiye pêşkêşkirin.
Ew projeyasa jî ji aliyê Encûmena Wezîran ve hatiye pesendkirin û Wezîra Herêmê ji bo Karûbarên Parlamentoyê Vala Ferîd hatiye raspartin ji bo pêşkêşkirina Parlamentoya Kurdistanê bi mebesta rewakirina wê.
Hat diyarkirin ku armanca vê projeyasayê ew e ku proseyên bidestxistina berheman û hawirdekirin û hinardekirina wan were rêkûpêkkirin, da ku rê li ber petaya (nexweşiyên) çandiniyê û belavbûna wê li Herêma Kurdistanê were girtin.
Hat ragihandin ku wê ev yasa ji aliyê lijneyeke bilind ve li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê bê bicihanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin