Iraq di nav welatên herî zêde ji guherîna avhewayê bandor bûye de ye

17 June 2024 12:00 0 dîtin
Iraq di nav welatên herî zêde ji guherîna avhewayê bandor bûye de ye

PeyamaKurd – Li gel ku çolbûn dibe sedema koçberbûna Iraqî li naverast û başûrê Iraqê, Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyariyê dide ku Iraq yek ji wan welatan e ku herî zêde ji guherîna avhewayê bandor dibe.

Guhertina keşûhewayê ku bûye metirsiyeke mezin li ser paşeroja Iraqê, her ku diçe bandora xwe zêdetir nîşan dide û dibe sedema koçberbûna xelkê başûr û navenda Iraqê.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, Iraq yek ji wan welatan e ku herî zêde bandorê li guherîna avhewayê dike û her sal 404 kîlometre çargoşe erdê çandiniyê dibe çol.

Li gorî Encumena Penaberan a Norwêcê (NRC), li parêzgehên Neynewa, Kerkûk, Selahedîn û Enbarê, ji sedî 60ê cotkaran neçar bûn ku li deverên piçûktir çandiniyê bikin û kêm av bi kar bînin ji ber guherîna avhewayê. Ji her pênc cotkaran çar kes neçar bûn ku lêçûnên xwe qut bikin.

Li gorî agahiyan, ava çemên Dîcle û Firatê ji sedî 30 û ji sedî 40 kêm bûye.

Ji Îlona 2023an ve li 12 parêzgehên Iraqê nêzî 130 hezar kes ji ber ziwabûnê neçarî koçberiyê bûne.

Ji sedî 38ê axa Iraqê ji çolê pêk tê.