Parêzgarê Duhokê bo Tirkiye û PKKê: Ji kerema xwe gelê me nekin qurbaniyên nakokiyên xwe

25 January 2024 19:36 0 dîtin
Parêzgarê Duhokê bo Tirkiye û PKKê: Ji kerema xwe gelê me nekin qurbaniyên nakokiyên xwe

PeyamaKurd - Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter got,Pirsgirêkên di navbera Tirkiye û PKKê de li Herêma Kurdistanê çareser nabin, bila biçin cihê ku jê hatine.”

Elî Teter bang li hikûmeta Tirkiyeyê û PKKê kir ku mal û milkên xelkê Herêma Kurdistanê nekin qada nakokiyên xwe û wiha axivî: “Ev şer ne şerê me ye, qada şer diyar e. Ji kerema xwe gelê me nekin qurbaniyên nakokiyên xwe.”

Hêjayî gotinê ye, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê doh bi daxuyaniyekê ragihandibû: “Medyaya ser bi PKKê ve nûçeyeke xapînok belav kiriye ku hêzên Pêşmerge li devera Amêdiyê êrîşî wan kiriye. Li vir em ji welatiyên Herêma Kurdistanê û hemû kurdistaniyên li seranserî cîhanê re radigihînin ku îro danê nîvro 24/1/2024, çekdarên PKKê bi dehan kîlometran dûrî sînorê Tirkiyeyê li devera Amêdiyê, bêyî rêzgirtin ji saziyên fermî û destûrî yên Herêmê re, zêdegavî li ser xaleke hêzên Zerevanî kiriye û piştre jî bi mûşekan êrişî heman xala kontrolê kirin û Hêzên Pêşmerge jî ji çeperên xwe ve, berevanî li xwe kirin.”

Herwiha hatibû gotin: “Ev hewldana çekdarên PKKê di çarçoveya wê êrîş û kiryarên têkderane de, bi armanca têkbirina ewlekarî û aramiya Herêmê ye. Mixabin ew bûne beşek ji planên navçeyê yên li dijî satatuya Herêma Kurdistanê.”

Wezareta Navxwe dabû xuyakirin: “Herêma Kurdistanê nabe meydana yekalîkirina kêşeyên navçeyê û em piştevaniya hemû hewl û rêkarên aştiyane yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna aştî û aramiyê dikin, lê belê mafê berevaniyê ji bo hêzên me parastî ye û em bi tundî li dijî her hewleke armanckirina qewareya Herêma Kurdistanê û saziyên fermî radiwestin.”