Parêzgarê Duhokê: PKKê îro siyaseta Sedam Husên dibe serî

16 September 2021 12:29 0 dîtin
Parêzgarê Duhokê: PKKê îro siyaseta Sedam Husên dibe serî

PeyamaKurd – Parêzgarê Duhokê li ser şehîdkirina 2 Pêşmergeyên ji aliyê PKKê ve diyar kir: “PKKê îro siyaseta Sedam Husên dibe serî û rê nade gundên Kurdistanê werin avedankirin.”

Parêzgarê Duhokê Elî Teter derbarê şehîdkirina 2 Pêşmergeyan ji aliyê PKKê ve da zanîn: “Mixabin niha Pêşmerge ji aliyê kesinan ve tên şehîdkirin ku ji dê û bavên Kurd jidayik bûne. Lê ez gumanê bi Kurdbûna wan dikim, ji ber ku Kurdayetî ne bi vî rengî ye û ti wateya wê jî tune ye ku ew ji meydana şerê xwe birevin û werin li vir Pêşmergeyan şehîd bikin.”

Elî Teter destnîşan kir: “Em vî karî û hemû karên teroristî yên berê kirine, bi tundî riswa û şermezar dikin. Mixabin jî ku beşek ji xelkê Kurdistanê armanca çepel a vê hêza çekdar a neyasayî nizanin, ew nizanin ku ew çendî li dijî Kurdistanê ne û xizmeta dijminê gelê Kurd dikin.

Elî Teter eşkere kir: “Çekdarên PKKê tenê paşgira Kurdistanê bi xwe xistine, lê heta niha ti armanceke wan ji bo Kurd û Kurdistanê nîne. Armanca wan derveyî daxwaz û armancên gelê Kurdistanê ne.”

Parêzgar Duhokê diyar kir: “Careke din em hêvî dikin, çekdarên PKK ji başûrê Kurdistanê derkevin û şerê xwe veguhêzin meydana ku ew ji bo wê têdikoşin. Ti mafê PKKê tune ye Pêşmerge li ser axeke azadkirî şehîd bike.’’

Herwiha Parêzgarê Duhokê destnîşan kir, wî berî çend rojan biryar daye 12 gundên wê derdora Dînartê qîr bikin, lê ji ber hebûna PKKê û rêgirtiya wan, nekarin wê projeyê bibin serî.

Elî Teter herî dawî eşkere kir: “PKK bûye sedem ku ew Kurdistana di sala 1988an de rastî operasyonên Enfalê hatiye û bi temamî wêran bûye, îro PKKê heman wî karî dike ku siyaseta Sedam Husên biçe serî û gundên Kurdistanê neyin avedankirin.”