Kerkûk | Li dijî parêzgarê sepandî kampanyeya ‘Dema çûyînê ye biçin’ dest pê kir

02 June 2021 16:10 0 dîtin
Kerkûk | Li dijî parêzgarê sepandî kampanyeya ‘Dema çûyînê ye biçin’ dest pê kir

PeyamaKurd - Çalakvanên mafê mirovan ên li Kerkûkê bi sedema nebûna xizmetguzariyê li parêzgehê, li dijî parêzgarê sepandî yê Kerkûkê kampanyayek dane destpêkirin û dixwazin parêzger îstîfa bike.

Hejmarek çalakvanên mafê mirovan  li ser medya civakî li dijî parêzgarê bi ser Kerkûkê de hatiye sepandin Rakan Cibûrî  kampanya bi navê, ‘Dema çûyînê ye biçin’ dane destpêkirin û dixwazin Rakan Cibûrî û îdareya wî ji postên parêzgariyê destê xwe bikişînin.

Xelkê Kerkûkê Rakan Cibûrî û îdareya wî weke sedema wêranbûna bajêr dibînin ku kampanyeya çalakvanên mafê mirovan jî di demeke ku kêşeyên xizmetguzariyên av, kahrebe rê, pir û paqijkirina zibil li nava kolanan bûye diyarde û îdareya bi ser parêzgariyê de sepandiye ti çareseriyekê ji van pirsan re nabîne.