Endamê rêveberiya YNKê naveroka civîna PDKê û YNKê askera kir
PeyamaKurd - Biryare îro PDK û YNK, derbarê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê de bicivin û rêveberê YNKê jî ragehand, bernameya civînê bicîhanîn naveroka rêkeftina siyasî ya her du aliyan e.
Endamê rêveberiya YNKê Ednan Heme Mîna ‘’Îro şandeya danûstankar a YNKê û PDKê dê li Silêmaniyê bicivin û civîn bo bicîhanîn xalên ku YNK û PDKê li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê ya li ser rêkeftine ye.’’
Herwaha got, her du partî ‘’Ji ber wê rêkeftin pêkanîne ku bikarin jiyana xelkê xweş bikin’’ û ragehand: ‘’Emê hewldanên xwe bidin ku di vê kabîneya nû de bê cudayî xizmeta hemwelatiyan bikin.’’
Ednan Heme Mîna got, YNK û PDK wek du partiyên serekî bê yek nikarin desthilata vê Kurdistanê rêvebibin. Em jî vê dizanin û xelk jî vê rastiyê baş dizane. Ji ber vê em dixwazin di vê civîna îro de bi cîdî biaxivin û behsa rêkeftinê bikin, ku em bikarin xizmeta xelkê Kurdistanê bikin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin