Endamê Serkirdetiya YNKê: Beriya sersala nû civîna navbera YNK û PDKê wê were kirin
PeyamaKurd – Endamekî serkirdetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê diyar kir, beriya sersala nû, civîna navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wê were kirin.
Li gor Berpirsê Melbenda 3 ya Hewlêrê û Endamê Serkirdetiya YNKê Mecîd Hemedemîn ji K24ê re da zanîn, her çiqas demeke diyarkirî ji bo civîna navbera YNK û PDKê nehatiye diyarkirin, "lê ez bawer dikim beriya sersala nû civîn dê were kirin."
Herwiha Mecîd Hemedemîn eşkere kir: “Rewşa Herêma Kurdistanê û navçeyê û navdewletî, hineke din me han dide ku demildest ligel hev rûnin û kêşeyên navbera xwe çareser bikin.”
Di berdewamiyê de Hemedemîn destnîşan kir: “Dîrokê nîşan daye ku her dema em bi hev re bûn, hemû planên ser Kurdistanê hatine têkbirin, ez bawer im îradeya herdu aliyan ew e ku vê hefteyê bicivin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin