Ji ENKSê daxuyanî: Endamê rêveberiya xwecihî ya Qamislo hate revandin

11 February 2024 11:27 0 dîtin
Ji ENKSê daxuyanî: Endamê rêveberiya xwecihî ya Qamislo hate revandin

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) komeke çekdar a bi ser PYDê ve, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, endamê nûnertiya ENKSê Talib Husên Îbrahîm revandiye û ew birine cihekî nediyar.

Di daxuyaniya Emîndariya Giştî ya ENKSê de hate gotin: “Grûpeke çekdar a girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), endamê Xwechiya Rojavayê Qamişlo ya ENKSê Talib Husên Îbrahîm ku di heman demê de endamê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ye ji roja 8ê Sibatê ve ji aliyê grûpeke çekdar a ser bi PYDê ve hatiye revandin.”

ENKSê revandina endamê xwe û hemû binpêkirin û kiryarên tirsandinê yên ku ji aliyê van çekdaran ve tên kirin şermezar kir û diyar kir, ew kiryar li dijî mafên herî bingehîn ên mirovan e.

Di daxuyaniyê de ENKSê daxwaza eşkerekirina çarenivîsa Talib Husên Îbrahîm û azadkirina wî ya bilez kir û bang li rêxistinên mirovî û aliyên navdewletî yên pêwendîdar kir, ji bo rawestandina binpêkirinên zêdetir nîgeranî û nearamiyê çêdikin, fişarê bikin.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî gelek endam û alîgirên ENKSê û partiyên bi ser wê ve ji aliyê asayiş û hêzên Rêveberiya Xweser ve hatibûn girtin û ofîs û buroyên wan jî hatibûn şewitandin.