'Ciwanên Soresger' êrîsî endamên ENKSê kirin û gelek kes desteser kirin!

02 July 2024 11:09 0 dîtin
'Ciwanên Soresger' êrîsî endamên ENKSê kirin û gelek kes desteser kirin!

PeyamaKurd – Di dema ku Encumena Niştimaniya Kurd a Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo dest bi grevê kir û daxwaza berdana endamên xwe kir, ciwanên şoreşger ên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrîşî çalakvanan kirin û gelek kes birîndar kirin.

Di dema bûyeran de Serokê ENKSê û hin endamên wê hatin desteserkirin.

Sekreterê Giştî yê ENKSê Silêman Oso, Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Muhammed Îsmaîl, Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif û Endamên Desteya Rêveber Abdussamed Halef Biro û Îmet Davut hatin desteserkirin.

Di daxuyaniya ENKSê ya 24ê Nîsanê de hat ragihandin ku endamên PYDê êrîşî ofîsên PDK-S û PYDKê li Qamişlo kirin û hewl dan avahiyan bişewitînin.

Beriya niha jî di 1ê Adara 2024an de li dijî ofîsa PDK-S li Kobanî êrîşek hatibû kirin.