Ciwanên Soresger hêrisî sahiya xwendekarên Kurd ên di xwendinê de serkeftî bûn kirin
PeyamaKurd - Hate angaştin ku duh êvarê, li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê yê Sûriyeyê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye, xwendekarên Kurd ên ku di lîsansa bilind de bi ser ketibûn, xwestin li gel malbatên xwe, bi merasîmekê serkeftina xwe pîroz bikin, lê belê nêzîkî 30 çekdarên hêzên asayîşa HSD yên bi navê Javan Şorşkar, bi ser pîrozbahiyê de girtin û hêrişî xwendekaran kirin.
Şahidên bûyerê ji PeyamaKurd re ragihandin ku di dema pîrozbahiya ku li Hola Stêrkê ji aliyê Partiya Yekîtî ve hate lidarxistin de nêzîkî 30 endamên Ciwanên Şoreşger ên girêdayî HSDê, tevî ku destûra şahiyê hatibû standin jî dikevin Hola Stêrkê ya ku pîrozbahî lê tê kirin û dest bi lêdana xwendekara û rêvebirên şahiyê dikin.
Şahidan dane zanîn ku endamên Ciwanên Şoreşger hêrişî hemû kesên beşdarî pîrozbahiyê bûne kirine û angaştin ku di encama hêrişa lêdanê de hin kes birîndar bûne.
Piştî bûyerê Rêxistina Helebê ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê (Yekîtî) daxuyaniyekê belav kir û da zanîn ku nêzîkî 200 xwendekarên serkeftî ligel malbatên xwe beşdarî merasîma xelatkirinê ya li Hola Stêrkê ya taxa Şêx Meqsûd bûne, yê belê nêzîkî 30 endamên Ciwanên Şoreşger, bi amûrên tûj ketine holê, hêrişî pêşkêşkar, rêveberiya merasîmê û hinek beşdaran kirine û li wan dane.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Ciwanên Şoreşger kursî û mase şikandine, ala PYDK-Sê şewitandine û dirûşmên di derbarê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re avêtine.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji ber tirsa ku qewimiye, lêdanên bêserûber û derkirina beşdarên şahiyê, hejmarek kes birîndar bûn û lingên hinan şikestin. Em li Helebê her sal merasîmên serkeftina xwendekarên serkeftî lidar dixin û herî dawî û xwendekar û malbatên wan bê cudahî vedixwînin, herî dawî jî roja 19ê meha Tebaxa borî bû ku em moletê jî ji Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) werdigirin. Ev kiryara tundûtûjiyê ya plankirî, berovajî nirxên exlaqî, pirensîpên mafên mirovan, hewldanên belavkirina zanist û zanînê û rêzikname û yasayên Rêveberiya Xweser e, em van kiryaran şermezar dikin ku zirarê dide nêzîkbûna Kurdî-Kurdî û navê Rêveberiya Xweser.”
Em bang li rêveberiya taxa Şêx Meqsûd dikin ku lêkolîneke bêalî bike û êrîşkaran berpirsyar bibîne, di demekê de ku diviyabû ahenga me bihata parastin. Herwiha em rêveberiya taxê ji ber tundûtûjî û ziyanên manewî û madî yên ku çêbûne, berpirsyar dibînin.”
Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn bi hezar Kurd û bi taybet ên Efrînê lê dijîn. Ew tax di destê YPG/HSD de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin.
PeyamaKurd - Heleb

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin