Sekreterê PDK-Sê: Ciwanên Soresger xwe bi dijatiya projeya netewî serbilind dibînin
PeyamaKurd - Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl, li ser êrîşa ku ‘Ciwanên Şoreşger’ li Kobaniyê bi ser bernameya salvegera wefata Barzaniyên Nemir de girtibû û ofîsa PDK-Sê talan kiribû axivî.
‘Armanc tepeserkirina doza Kurdî ye’
Sekreterê PDK-Sê got: “Ew (Ciwanên Şoreşger) bi dijatiya projeya neteweyî xwe serbilind dibînin” û wiha pê de çû:
“Armanca êrîşa komên girêdayî PYDê li ser baregehên ENKSê ew e ku metirsî, tundûtûjî û aloziyan bixin nava civaka Kurdî, ku tevgera siyasî ya Kurdî behsa doz û mafên xwe neke. Heta partiyên li kêleka PYDê jî êdî nema behsa doz û mafên neteweyî dikin. Tenê ENKS û partiyên di nava wê de û algirên wê behsa vê doza neteweyî dikin, armanca êrîşên li ser
ENKSê di rojeke pîroz ya wek bibîranîna Mela Mistefa Barzanî de jî, tepeserkirin û çewisandina xebata Kurdî ye.”
Mihemed Îsmaîl ji K24ê re daye xuyakirin, ev êrîşên li ser ala, sembol û nirx û bihayên neteweyî, ji hemû partî û çînên civakî û aliyên navdewletî ve cihê şermezarî û rûreşiyê ne û got: “Li Rojavayê Kurdistanê ofîs û baregehên PDK-S û partiyên di nava ENKSê de her tim rastî êrîşan tên û karên wan jî tên astengkirin, lê berovajî wê ofîsên partiyên Beis û nijadperest û sîxurên rêjîma Sûriyê bi asayî karên xwe dikin.”
‘Ciwanên Şoreşger bi ser qanûn û yasayan de ye’
Îsmaîl destnîşan kir: “Ev êrîşa li ser ofîsa PDK-Sê li Kobanê ji aliyê partî û hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ne nehat şermezar kirin û nikarin şermezar jî bikin. Herwiha hêzên asayişê rêgiriyê li kiryarên Ciwanên Şoreşger nake, heta wan diparêze. Ciwanên Şoreşger di ser qanûn û yasayan re ye û ew bi dijbûna projeya neteweyî xwe serbilind dibînin.”
Sekreterê PDK-Sê diyar kir: “Yekrêzî gelekî baş e û daxwaza me ye, bi kêmanî ve divê em yekhelwest bin, lê ew bi van kiryaran dixwazin yekhelwestî jî tune be. Hemû kar û xebata wan ew e ku Kurd nêzîkî hevdu nebin. Bi vê yekê jî xizmetê dijminan re dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin