PDK-Sê li ser revandina 3 endamên xwe daxuyanî da: Nîsana têkçûne Rêveberiya Xweser e
PeyamaKurd - Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) daxuyaniyek derbarê revandina endamên xwe ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve belav kir û ragihand, “Ev kiryar xizmeta pêşeroja gelê me û doza wê nakin û kedên serxistina danûstandinên Kurdî jî sînordar dikin.”
Polîtburoiya PDK-Sê di daxuyaniyekê de ragihand, “Di çarçoveya rewşa dijwar û gelê me tê de dimîne de, çekdarên ser bi PYDê ve şeva borî 17ê Tîrmehê dest bi kampîneke revandina kadro û endamên me kir.”
PDK-Sê diyar kir navên endamên PDK-Sê yên hatine revandin, endamê Encûmena Herêmê yê PDKê li Çilaxa Mihemed Salih Şelal Ehmed, endamê Encûmena Herêmê yê PDK-Sê li Qamişlo Izedîn Zênilabidîm Mehûmd û endamê Komîteya Şêwirmendiyê yê PDK-Sê û Serokê berê yê Xwecihiya ENKSê li Qamişlo Mihemed Deham Eyo ye.
- Endamê Encûmena Herêmê yê PDK-Sê li Girkê Legê Berzan Husên.
Polîtburoya PDK-Sê diyar kir jî, roja 13ê Tîrmehê jî endamê wan Fermez Ebdulkerîm li Dêrikê û roja 22 Gulanê Ebdilxefar Mihemed li Çilaxa hatibûn revandin.
Polîtburoya PDK-Sê di daxuyaniya xwe de radigihîne, “Ev kiryarên tirsandinê û siyaseta bêdengkirinê, tenê nîşaneya têkçûna vê rêveberiyê (Rêveberiya Xweser) e, ew li her bihaneyekê digere ta ku nêrînên cuda serkut bike û desthilatdariya xwe bi zorê çekê ferz bike.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat: “Em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye, em van kiryarên li dijî mafên mirovan û azadiyan bi tundî şermezar dikin, ev kiryar xizmeta pêşeroja gelê me û doza wî nakin û kedên serxistina danûstandinên Kurdî sînordar dikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de, PDK-Sê bang li aliyên navdewletî yê pêwendîdar dike ku erk û pabendiyên xwe yên rêgirtina li binpêkirinên li dijî kadroyên ENKSê bi cih bînin. Herwiha bang li hêzên niştimanî û hêzên Kurdistanî kir, fişarê bikin, ji bo kesên hatine revandin werin azadkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin