ENKS PYDê ji ber revandina 2 endamên xwe ji aliyê hêzeka wan ve sermezar dike
PeyamaKurd – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), PYDê ji ber revandina 2 endamên xwe ji aliyê hêzeka wan ve şermezar dike.
Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro 17ê Tebaxa 2023an bi daxuyaniyekê diyar kir, “Komeke çekdar a rûgirtî ya girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), endamê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê (PDK-S) rojnamevan Barzan Husên û ENKSê Legê Cindê Seyid Mecîd roja 15ê Tebaxa 2023an li bajarok Girê revandin.
ENKSê di daxuyaniya xwe de da zanîn: “Ev girtin di demekê de tên, gel di krîzeke aborî ya xeniqî û têkçûna lîreyê Sûrî de dijî ku pê re buhayên kelpelan, xizmetguzarî û çareseriyên bijîşkî û dermanan zêde bûye, hevdem jî PYDê bacan li ser welatiyan ferz dike.”
ENKSê destnîşan kir, “Ev rewşa xerab a ku gelê me tê de dijî, dihêle ku gelek kes ji gelê me mal û milkên xwe bifroşin û ji bo peydakirina ewlehî û debara jiyanê, koçber bibin ku gelek ji wan jî beriya ku bigihin wan welatan, di nav derya û daristanan de jiyana xwe ji dest didin.”
ENKS eşkere dike: “Ev girtin ji bo tirsandina welatiyan û tundkirina dorpêça ewlehiyê li ser welatiyan tên, ji bo rêgirtina li ber her bertek û xwepêşandanên girseyî yên ku rû bidin, bigire.”
Herwiha EKNS di daxuyanuya xwe de bi tundî girtina rojnamevan Barzan Husên û çalakvan Cinêd Seyîd Mecîd şermezar dike û daxwaza serbestberdana bilez dike. Herwiha bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û saziyên navdewletî dike ku destêwerdanê bikin û rê li ber van binpêkirinên li dijî welatiyan û çalakvanan bigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin